په‌یوه‌ندیپه‌رتووکخانه‌ئێمهلینکئه‌رشیفنووسه‌رانده‌سپێک

 

 

Nivîskar Lokman Polat:

”Girîna Kurdî”

dengê hêstirên dayikan e.

 

 Gabar Çiyan

Nivîskar Lokman Polat heta niha 27 pirtûk nivîsî ne. Lê pirtûka wî ya dawî ”Girîna Kurdî” bêhtir bala xelkê kişand. Qala wê hate kirin. Me xwe gehand Lokman Polat û pirtûka wî kir mijara hevpeyvîna xwe…

 

 

Gabar Çiyan: Pirtûka te ya novelan, ”Girîna Kurdî” derket. Ser xêrê be. Hinekî qala pirtûka xwe bike…

Lokman Polat: Gelekî spas. Ev pirtûka bi giranî li ser koçberiya kurdan e. Novelên min berê xwe dide Kurdên ku gundên wan kavil bûne û li Anatoliayê bi cî bûne. Jiyana wan, xeyalên wan û têkçûna xeyalan, hilweşandina malbatan, û êşa wan hemêz dike. Pirtûka Girina Kurdî naşibe xebatên min yên din.

 

Gabar Çiyan: Çîrokên wan li çi deveran pêk hatine û çiqasî pişta xwe didin rastiyê?

Lokman Polat: 15 novel in. Bi giştî ji rastiya serpêhatiyên Kurdên li Stenbolê, Enqere û Izmîrê hatine girtin. Pişta xwe didin buyerên rast. Min êşa wan bi zimanek edebî aniye zimên.

 

 Gabar Çiyan: 15 novel tê wateya 15 serpêhatiyan. Berhevkirin û avakirina çîrokan çiqasî wext girt, dijwarî çi bûn?

Lokman Polat: Piştî 20 salan, di sala 2006 an de ez çûm welat. Piştre salê çend caran li welêt û aliyê Anatoliayê geriyam. Serpêhatiyên cewaz bala min kişand. Xebata berhevkirina serpêhatiyan wê salê dest pê kir. Beşek ji çîrokan ji aliyê min ve hate şopandin. Beşek jî hate berhevkirin û ji aliyê min ve, bi şêweyên cewaz hate piştrastkirin.

Piştrastkirina buyeran bi şahidbûna çend kesan, çûn û hatin û serastkirin wextek dirêj digirt. Ji bilî van çi dijwariyên din çênebûn.

 

Gabar Çiyan: Ji kerema xwe re, ji mer e, ji xebata xwe ya nû qala novela herî balkêş bike…

Lokman Polat: ”Wax li min pepûkê” ya herî balkêş e. Serpêhatî li Enqerê derbas dibe. Bav nexweş dikeve, dê li zarokan dinêre û keça 18 salî mecbûr dibe ku li atolya dirûnê kar bike. Li wir ji aliyê şefê xwe ve, bi soza zewacê tê xapandin. Şef kêfa xwe pê dike û paşê ji wir bar dike. Keç tenê dimîne, nikare here mala bavê xwe û cihê kar…

Di dema lêkolîna serpêhatiya wê de û nivîsînê de, ez pir xemgîn bûm. Carna hêstirên min dibariyan….

 

Gabar Çiyan: Di xebetên te yên edebî de dîmenên erotîk car carna xuyanî dikin. Gelo di van novelên te de jî, keçên ku ketine rêyên xirab hene an na? Dîmenên erotîk çiqasî di wan cî digirin?

Lokman Polat: Belê, keçên ku ketine rêyên xirab bûne mijara novelên min. Hinekî qala wan tê kirin. Lê serpêhatiyên wan ji min re bûbû cihê kurbûnê. Lewma di vê xebatê de şopên dîmenên erotîk zêde xuyanî nake.

 

Gabar Çiyan: Niha çi xebat di destê te de hene?

Lokman Polat: Hezkirin, evîndarî û zewacên qedexe di nava du çand û olan de herdem bala mirovî kişandiye. Kurdistan cihekî pir çand û pirolî ye. Li wir jî buyerên wisa pir bûne.

Romana ku ez li ser dixebitim, mijara xwe li ser evînên qedexekirî ye. Berê xwe dide evîndariya kesên ji çand û olên cewaz li welatê me ne. Çîroka wê têra xwe balkêş û pir lehengî ye. Ez niha li ser wê romanê kur dibim…

 

 

 

Zarathustra News

 zarathustra_news@comhem.se